PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Iraqê Muhammed Hekîm di mijara seredana Trump û Pompeo bo Iraqê yên ku di nava salê de hatin kirin de axifî.
Hekîm behsa seredana serokê Amerîkayê Trump ya di serê salê de bo Iraqê kiribû axifî û got ku ew seredan bi dizî bû û weha got:
“ Serokwezîr Adil Abdulmehdî ji min re got ku mijara seredana Trump bo serokkomar ragihîne. Serokkomar got ku bila serokwezîr here baregeha Eynulesedê ya Anbarê da pêşwaziya Trumpî bike û ziyaret bo 3 sietan hatibû plankirin. Lê aliyê Amerîkayê got ku seredan tenê 2 siet dewam dike û Trump bo hevdîtina bi Abdulmehdî re tenê 25 deqe veqetandiye. Li ser wê serokwezîr seredanê red kir.”
Adil Abdulmehdî dibêje ku 15 deqe bo axaftina li ser mijaran ne bese û bo parastina hukumraniya welat redda hevdîtinê kiriye. Paşî Abdulmehdî 8 deqe bi Trump re bi rêya telefonê axifiye.
Di mijara seredana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de got ku seredan girîng bû û Amerîka tewrê xwe yê bo krîza Îranê aşkera kir. Hekîm di mijara seredana Pompeo de weha got:
“Pompeo û Adil Abdulmehdî hatin cem hev û Abdulmehdî jê re got ku têkiliyên navbera Îran û Iraqê xurtin. Di gel têkiliyên aborî, Iraq ji Îranê xaz û elektrîkê distîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin