Plasschaert: Eger rews wek xwe bimîne wê kamp bibe çavkaniya terorê

Plasschaert: Eger rews wek xwe bimîne wê kamp bibe çavkaniya terorê

PeyamaKurd Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirtî Jeanine Plasschaert, ji bo kampa Holê hişyarî da  û got, eger rewş wek xwe bimîne, wê kamp bibe çavkaniya terorê.

Jeanine Plasschaert di gotarekê derbarê nêrîna Iraqê li ser kampa Holê ya li Hesekê de diyar kir: “Mîrasa terorîstên DAIŞê, mîraseke tevlîhev e ku divê em hemû bi hev re kar ji bo wê bikin.”

Plasschaert destnîşam kir: “Divê zarok ji kampa Holê bêne veguhastin, ji ber ku mezin bibin wê beşek ji wan bibin terorîst.”

Herwiha Plasschaert eşkere kir, ji sala borî ve 1382 malbatên Iraqî ji bo kampa Ciddeyê ya li Mûsilê hatine vegerandin û 837 malbat jî bo cih û warên xwe hatine vegerandin. Lê hîn gelek malbatên Iraqî li Holê mane û divê kar ji bo vegerandina wan bê kirin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirtî bal kişand ser wê yekê ku "çareseriya herî baş ji bo girtina vê dosyayê, hewldanên hevbeş ên civaka navdewletî ye ji bo kontrolkirin û çareserkirina vê rewşê.”

Hola kampê, li başûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê yê û di bin kontrola Rêveberiya Xweser û HSDê de ye. Herwiha ji 56 hezar zêdetir kes, ji 60 welatan lê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Netewên Yekgirtî û fermandarên Amerîkî çendîn caran hişyarî dane ser metirsiyên kampên malbatên DAIŞê ji ber ku zarok ji aliyê dayikên wan ve fêrî tundrewiyê dibin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin