Berçavka Gandî bi 340 hezar dolaran hat firotin

Berçavka Gandî bi 340 hezar dolaran hat firotin

PeyamaKurd - Berçavka rêberê efsanewî yê Hîndistanê Mahatma Gandî di mezatekê li Birîtanyayê de, bi 260 hezar sterlînan hat firotin.

Mezata berçavka bi çerçoveya gilover ya serok û rêberê şoreşa Hîndistanê Mahatama Gandî, li Brîtanyayê pêk hat ku berhevkarekî Amerîkî ew bi 260 hezar sterlînan ango bi 340 hezar û 418 dolaran kirî.

Berçavka Gandî ji aliyê zilamekî temen mezin ve di hundirê zerfekê de li sindoqa postayê ya mala mezatê hatiye danîn û ligel nameyeke biçûk hatiye gotin: “Ev berçavk ya Gandî bû, li min bigere. Ger berçavk bê nirx be tu dikarî bavêjî zibildanê!”

Piştî lêkolînê derket holê ku berçavk ya Gandî ye.

Ji xwedanê nû yê berçavkê re tê gotin ev berçavk ji sala 1920an ve dema Gandî serdana  Afrîkaya Başûr kiriye, ligel wan kesûkarên wî maye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin