PeyamaKurd – Parêzgeha Dêrsimê (Tunceli) li Dêrsimê û navçên wê ji bo 4 rojan kirina çalakiyan û civînan qedexe kir. Kirina çalakiyan yên weka meş, civîn, vekirina stendan, vegirtina konan, kirina civînên çapemeniyê û tevgerên weka wan ji bo 4 rojan hatin qedexekirin.
Qedexe ji 12ê Cotmehê ji seet 00.01 heya 15ê Cotmehê seet 23.59an ji bo 4 rojan hat qedexekirin. Kirina tevgerên weke yên li jorê navborî bi îzna rêvebiriya parêzgehê ve hatiye girêdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin