Parêzgeha bajarê Adanayê heya 10ê Temmûzê çalakiyan qedexe kir

Parêzgeha bajarê Adanayê heya 10ê Temmûzê çalakiyan qedexe kir

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Adanayê biryara qedexekirina kirina çalakiyan heya 10ê Tîrmehê ragihand. Parêzgehê biryarê di çarçova zîrwa NATOyê ya li Ankara bêkirin de da.

Di biryarê de li seranserê bajêr, meş, xwepêşandan, ragihandina çapemeniyê, vekirina stendan, vegirtina konan û çalakiyên weka wan qedexe kir.

Qedexe ji 01ê Tîrmehê, seet di 08.00an destpêdike û heya 10ê Tîrmehê seet 23,59an dewam dike.