PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser pevçûnên li Sudanê daxuyanî da û got ku “Ev pirsgirêk, li qada şer bi cenazeyên gelê Sudanê re çareser nabe.”
Antonio Guterres, di rûniştina Sudanê ya ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku divê demildest şerê li Sudanê bi dawî bibe û bang li hemû aliyên şer kir ku çekan bêdeng bikin.
Guterres eşkere kir ku divê rêberên li Sudanê, berjewendiyên gel esas bigirin û got, “Ev pirsgirêk li qada şer bi cenazeyên gelê Sudanê re çareser nabe.”
Antonio Guterres hişyarî da şerê desthilatê yê li Sudanê ku ne tenê pêşeroja welêt dixe metirsiyê, di heman demê de dibe ku bibe sedema pevçûnên dersînor jî û destnîşan kir ku di rewşek wiha de dê pêşketinên bi dehan salan wenda bibin û bibin sedema êşên giran.
Her wiha Nûnerê Taybet ê Sudanê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Volker Perthes diyar kir ku agirbesta 72 saetan bi giştî hatiye şopandin, lê car caran pevçûn rû didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin