PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser herêma ewle ya ku dixwazin li Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê ava bikin got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye ser gotina wan, lê hîn kesên li cem Trump fermana wî bi cih nayînin.
Erdogan di civîna partiya xwe AKP ya Kizilcahamamê de dîsa mijara operasyona Rojhilatê Firatê anî ziman û got, “Trump hatiye ser tişta ku em dixwazin bikin û vekişîna ji Rojhilatê Firatê anî rojevê. Lê belê kesên li cem Birêz Trump hîn fermana wî bicih neanîne.”
Erdogan got ku hê dema Obama wî herêma ewle aniye rojevê û plan jî plana wî ye û got, “Mixabin rêxistinên terorê yên wekî PKK, PYD û YPG li wê derê li gor dilê xwe tevdigerin. Ji ser Iraqê ve 30 hezar TIR çek û cebilxane ji kî re û çima diçe? Mafê me ye em hesabê vê bipirsin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin