PeyamaKurd – Rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê li ser bombebarankirina baregeha Amerîkayê li Kobaniyê ji Washington Post re diyar kir ku artêşa Tirkiyê bi qest û zanebûn li baregeha Amerîkayê xistiye.
Rayedarê Amerîkî daye zanîn ku gelek topên 155 milîmetrî li ber cihê wan ketine û bal kişandiye ser bihêzbûna wê êrîşa du roja duyem a êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de dest pê kiribûn û gotiye, Tirkiye ji cihê wan agahdar bû û êrîş bi qestî û zanebûn hatiye kirin.
Wê rayedarî diyar kir ku ew roja Şemiyê dîsa vegeriyane heman xala xwe li Kobaniyê û got, "Bi mehan ew li wir bûn û xaleke li herêmê bi awayekî eşkere hatiye diyarkirin e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin