PeyamaKurd- Ji qada berevaniyê ya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku Wezareta Pêşmerge, li ser pêkanîna firqeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, serperiştiya civînek kiriye.
Ji aliyê Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ve hat ragihandin ku serperiştiya civîneke li ser pêkanîna firqeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye kirin û hat ragihandin ku Wezareta Pêşmerge çavdêrîkirina ferman û biryarên ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge dê berdewam bike.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hat ragihandin de hat gotin ku
“Îro yekşemê 23yê Cotmeha 2022yan, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr, bi amadebûna nûnerên hêzên 70, 80 û nûnerên Hevpeymanan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê, serperiştiya civîneke li ser pêkanîna du firqeyên serbazî kir ku beriya niha bi mebesta komkirina hêzên Pêşmerge biryar li ser pêkanîna wan hatibû dayîn.”
Her wiha hat ragihandin ku Serokerkanê Wezareta Pêşmerge li ser girîngiya pêkanîna wan firqeyan û hevahengiya navbera mîhweran û yekeyên din ên serbazî rawestiyeye û tekez kiriye ku Wezareta Pêşmerge çavdêrîkirina wan ferman û biryarên ku ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge hatine derxistin, berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin