Mesrûr Barzanî Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî pîroz kir

Mesrûr Barzanî Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî peyama pîrozbahiyê belav kir. Cejna Cem adi ola Ezdayetiyê de cejnekî gelek girînge û belkî cejna herî mezine. Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî wehaye:

“ Bi boneya Cejna Cemayê pîrozbahiyên germ ên xwe pêşkeşî xwîşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê, bi taybet Mîr û Encûmena Ruhaniyê dikim. Hêvîdarim ev cejn bibe egera xêr û xweşiyê û dawî hatina êş û azar û derdeseriyên xwîşk û birayên Êzîdî.

Îsal bi sedema koça dawiyê ya cenabê Baba Şêx û belavbûna şewba koronayê, di rewşeke dijwar de ev cejn birêve diçe. Hêvîdarim dawî bi wan nexwaşiyan bê û hukûmeta Herêma Kurdistanê xizmeteka bêhtir bo xwîşk û birayên Êzîdî pêşkeş bike û rewşa devera Şingalê asayî bibe, ku ewên heta naiha wek koçber dijîn, bi serbilindî vegerin ser mal, cîh û warên xwe.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê.

06.10.2020.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin