Pasdarên Îranê bazirganekî Kurd dan ber guleyan û kustin

Pasdarên Îranê bazirganekî Kurd dan ber guleyan û kustin

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê, bazirganekî Kurd yê ji Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kuştin.

Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, pasdarên Îranê li deverên sînorî yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, wesayîta bazirganekî Kurd bi navê Behzad Mihemedî dan ber guleyan û di encamê de, bazirgan û şofêrê wî hatin kuştin.

Îsal jî bazirganekî Kurd yê ji bajarê Seqizê bi navê Siyamek Kerîmî, roja 27 Mijdarê, li devera Sebzevar ya parêzgeha Xurasana Rezevî ya Îranê, ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin