Komeke girêdayî PKKê kustina Tahir Guven li xwe girt

Komeke girêdayî PKKê kustina Tahir Guven li xwe girt

PeyamaKurd – Koma girêdayî PKKê bi navê YPS kuştina birayê serokê berê yê AKPê li Şirnexê Tahîr Guven û birîndarkirina Emîn Negîs li Cizîrê li xwe girt.

YPSê ew welatiyê kurd ku dibêje wan ew kuştiye, wekî `kontra` bi nav kiriye û gotiye, herdu kesan ji bo dewletê sîxûrtî dikir.

Di daxuyaniya wê koma bi ser PKKê ve hatiye gotin, 4ê Kanûnê ji aliyê `Tîma Tolhildanê ya Şehîd Demhat Spêrtî` Tahir Guven hatiye kuştin.

Herwiha YPSê dîsa birîndarkirina kesê bi navê Emîn Nergîs di roja 17ê Mijdarê de, li xwe girtiye û gotiye, ji ber ku nemiriye çalakiya wan negihîştiye armanca xwe.

Di daxuyaniyê de gef jî hatine xwarin ku li gorî wan ew dê xayîn û sîxuran bi kuştinê ceza bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin