PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê bi balafirên bêmirov ên biçek bingeheke artêşa Sûriyê li gundewarê Til Temirê bombebaran kir.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku balafirênr bêpîlot ên Tirkiyê bingeheke artêşa Sûriyê li gundê Til Tewîl li ser rêya Til Temir-Minacîr kirine armanc û di encamê de 2 leşkerên Sûrî birîndar bûne.
SOHRê da xuyakirin ku ferman ji artêşa Sûriyê re çûye ku tevlî şerê di navbera hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Tirkiyê de nebe û yek guleyê jî navêje alîyê Tirkiyê.
Herwiha Ajansa SANA ya fermî ya hikumeta Sûriyê jî ragihandiye ku yekîneyên artêşa Sûriyê derbasî xaleke nû li gundê Aliya li rojavayê Til Temirê bûne bi mebesta berdewamîya peywendîyê di navbera hêzên li Hesekê û Reqayê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin