PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo beriya ku derkeve gera 7 welatên Rojhilata Navîn di balafirê de daxuyanî dan.
Pompeo li ser pirsa vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê got, “Em li ser dema wê napeyivin, lê Serok Trump sozek daye. Em ê bi qasî 2 hezar hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vekişînin.”
Pompeo da zanîn ku wan li ser vekişînê hevpeymanên xwe tam agahdar kirine û ew dê hevdîtinên xwe bi wan re berdewam bikin û ji rakirina metirsiyên wan piştrast bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin