PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku îro 23yê Îlonê dema derbasbûna karwana artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê), bombeya ku PKKê berê vedabû hatiye teqandin û 2 leşkerên wan hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê , di daxuyaniyê derbarê cihê bûyerê ti agahiyek neda û hejmara birîndarên wê teqînê jî belav nekir.
Tenê hat gotin ku bombeya vedayî ya PKKîyan dema derbasbûna karwana leşkerî hatiye teqandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin