Mesrûr Barzanî: “Em ê çanda pêkvejiyanê biparêzin û dewam bikin”

Mesrûr Barzanî: “Em ê çanda pêkvejiyanê biparêzin û dewam bikin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi patrîkê Dêra Keldanî ya Iraqê û hem ya dinyayê bi kardinal Louis Sako re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku dê mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê û çanda pêkvejiyanê biparêzin û her dewam bikin.

Di hevdîtinê de li ser parastina mafên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û çanda pêkvejiyanê axifîn.

Louis Sako, pesnê modela pêkvejiyana pêkhateyên li Herêma Kuırdistanê da û bi bilindî behsa çanda pêkvejiyanê ya di nav aştiyê de kir. Kardinal Sako di mijara çanda xweşbîniya li Herêma Kurdistanê û parstina mafên pêkhateyan de got ku Kurdistan mînakekî girînge û modele.

Mesrûr Barzanî bang li Xîrîstiyanên ku ji Herêma Kurdistanê koç kirine kir û got bila dagerin Kurdistanê û xizmeta xwe li Kurdistanê bikin. Barzanî got ku weka hukumet bo kesên dagerin ji destê wan çi were dê bo wan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin