PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dîyar kir ku Tirkîye bi karanîna sîstema berevanî ya Rûs ya S-400 fikaran çêdike.
Pompeo di civîneke rojnamevaniyê de li Washingtonê de ji rojnamevanan re da zanîn ku Washingtonê ji Enqerê re bi awayekî eşkere gotiye ku ji karanîna S-400 ya Rûs dûr bikevin. Pompeo got, ‘’Em hêvîdar in, bi Tirkan re danûstandinê dikin û hewil didin ku çareseriyekê bibînin’’
Wî da zanîn ku karbidestên Amerîkî û Tirk bo çareseriyê danûstandinê dikin.
Rayedarên Tirk didin zanîn ku wan ser nekaranîna S-400 soz nedaye ti kesî.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dabû zanîn ku jiber ku pêwîstiya wan bi S-400 hebû wan ew pergal kirîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin