PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê, herî kêm 22 jinên Kurd hatin desteserkirin.
Li çend taxên bajarê Diyarbekirê, îro danê sibê hêzên asayişê dest bi girtina jinan kirin û hêzên asayişê ketin gelek malan û navendên siyasî û sivîl û herî kêm 22 jin desteser kirin.
Li gor zanyariyan, di nav wan jinên ku hatine girtin de, berpirsên HDP û DBPê, siyasetmedar, rojnamevan û aktîvîstên mafên jinan jî hene.
Yek ji saziyên ku rastî xezeba hêzên asayişê hatin, Komeleya Jinan ya Rosa bû û hîn nayê gotin ew jinên han çima hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin