PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 11ê Îlonê di vegera Hindistanê ya ji lûtkeya G20 de, di balafirê de ji rojnamevanan re axivî.
Erdogan li ser pirsa rojnamevanan derbarê Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu de jî axivî û helwesteke tund jê re nîşan da.
Tanrikulu çend roj berê di kanaleke televizyonê de, behsa bûyerên salên 90ê kiribû û gotibû, divê Hêzên Çekdarên Tirkiyê ji rexneyan ne azade bin û mînakên kiryarên wê demê yên avêtina ji helîkopterê û qetilkirina Kurdan li Bakurê Kurdistanê dabûn. Tanrikulu piştre jî belge û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê belav kiribûn û li ser lînçkirina xwe gotibû, heqîqet bi lihevbadanê û guhertinê naguhere, dê piştî çend salan yên behsa komkujiya Roboskiyê bidin jî lînç bikin.
Erdogan, li ser pirsa rojnamevanan got ku Tanrikulu îftira li TSKê kiriye û wiha axivî: “Wê ev kes cezayê zimandirêjiya ser artêşa herî bi şeref û merd a dinyayê li ber hiqûqê bistîne. Wê ev heqaret û îftirayên bo artêşa Tirkiyê bê ceza nemîne.”
Herwiha Erdogan got ku Tanrikulu ne kesekî welatperwer û miletperwer e û ew bi hevaltiya PKK, YPG û HDPê sûcdar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin