PeyamaKurd - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ku hem Amerîka hem jî Tirkiye du welatên gelekî girîng in û li herêmê roleke girîng dilîzin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarrîc ragihand, ku hem Amerîka hem jî Tirkiye du welatên gelekî girîng in û li herêmê roleke girîng dilîzin û got hêvî dikin ku qeyrana di navbera her du welatan de bi rêya diyalogê ben çareserkirin û rageşî li derveyî van welatan belav nebe.
Dujarrîc di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên li ser rojevê da.
Dujarrîc, li ser pirseke derbarê rageşiya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de wiha bersiv da:
"Pirsgirêkên dualî dibe ku li derveyî van welatan jî rû bidin lê em hêvî dikin ku ev nebe û pirsgirêkên bi vî awayî bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Hem Amerîka hem jî Tirkiye du welatên gelekî girîng in û li herêmê roleke girîng dilîzin û got hêvî dikin ku qeyrana di navbera her du welatan de bi rêya diyalogê ben çareserkirin û rageşî li derveyî van welatan belav nebe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin