Ji mehkemeya Îsraîlê bo welatiya Tirkiyê texliyeya bisert

Ji mehkemeya Îsraîlê bo welatiya Tirkiyê texliyeya bisert

PeyamaKurd - Mehkemeya Îsraîlê ya eskerî di celseya îro de biryar da ku welatiya Tirkiyê Ebru Ozkan bişert texliye bibe û eger dozgerî îtiraz li biryarê neke dê Ozkan serbest bimîne. 

Welatiya Tirkiyê Ebru Ozkan, piştî 11ê Hezîranê li Balafirgeha Ben Gurionê hat binçavkirin îro derkete mehkemeyê û hakim biryar da ku bişert were texliyekirin, eger dozger îtiraz neke wê serbest bimîne.

Parêzerê welatiya Tirkiyê Omer Hamayse diyar kir ku eger dozger sibe heta 17.00an îtiraz neke dê biryar were bicihkirin û dê Ozkan bi şertên wek kefaleta 20 hezar TL, destdanîna ser pasaport û hefteyê du caran îmzeavêtina nuqteya polêsan serbest bimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin