PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, piştî hevdîtina ligel Serokê Amerîka Joe Biden a li Koşka Spî ragihand ku wan li ser Îranê bi Biden re li hev kiriye.
Bennett li Washington ji rojnamevanên îsraîlî re ragihand, wan di mijara ku wê ‘Îran ti carî nebe xwediyê çekên nukleerî’ de bi Biden re li hev kiriye û hevnêrîn bûne.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir, “Wê Îsraîl û Amerîka di rojên pêş de, di mijara Îranê de hewl bidin hevkariya xwe xurtir bikin. Zêde dema me nîne, mesele lezgîn e û nayê taloqkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin