PeyamaKurd – Duh bi şev 24ê Gulanê di yekemîn roja cejna Remezanê de, hêzên Îranê li ser sînorê Umriyê gulle berdane kolberên Kurd û di encamê de kolberekîî jiyana xwe ji dest û 2 jî birîndar bûn.
Li navçeya navçeya Soma u Biradost a Urmiyê, hêzên Îranê êrîşî karwaneke kolberên gundê Koranê ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, kirin û teqe li wan kirin û di encamê de kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da û 2 kolberên din jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku her sê kolber gundê Koronê û ji heman malbatê bûn. Kolberê ku hatiye kuştin, navê wî Erselan Ehmedî ye û du kolberên din jî ku birîdnar bûne, bi navê Toran Ehmedî û Ridvan Ehmedî ne ku birayên hev in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin