Serok Barzanî bi sanda Awisturyayê re civiya: 'Awisturya û Kurdistan xwedî pêwendî û dostaniya dîrokî ne'

Serok Barzanî bi sanda Awisturyayê re civiya: 'Awisturya û Kurdistan xwedî pêwendî û dostaniya dîrokî ne'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 6ê Sibatê pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Awisturyayê kir.

Di hevdîtina ku Serokê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka û Başûrê Ewropa di Wezareta Derve Awisturyayê de Gerold Vollmer û Balyozê Awisturyayê li Iraq û Urdinê Oskar Wustinger amadehî kirin de, herdu aliyan ronahî xistin ser pêwendiyên dîrokî û dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û Awisturyayê.

Herwiha di civînê de tekezî li pêşvebirina pêwendî û dostaniya her du aliyan hate kirin.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhatên ji piştî hilbijartinê û pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin û şanda mêvan diyar kir ku hilbijartina vê dawiyê ya Encûmena Nûneran a Iraqê, hilbijartineke nimûneyî bû.

Li aliyê din bûyerên vê dawiyê yên li Sûriyê û gefên terorê û hizra tundrewiyê li ser ewlehiya herêmê û cîhanê hatin gotûbêjkirin û hate dubarekirin ku ji bo rûbirûbûna terorê û jiholê rakirina sedemên wê pêwîstî bi hewildanên cîhanî heye.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin