PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo Cejna Qurbanê, li Efrînê goştê qurbanê li welatiyan belav kir.
Di çarçoveya çalakiyên xwe yên bajarê Efrînê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo her malbeteke Efrînî du kîlo goşt belav kir.
Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî diyar kir, wan du sed qurban hazir kirine û li ser 2 hezar malbatan dabeş dikin.
Rewac Hacî da zanîn, ew li Efrînê ne û wê di pêşkêşkirina alîkariyan de ji bo xelkê Efrînê, berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin