Serokwezîr: Pîrozbahiyeke germ li serok û endamên hemû mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim

Serokwezîr: Pîrozbahiyeke germ li serok û endamên hemû mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser 52yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Li gor Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21.09.2022yan peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Ji boneya 52yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li serok û endamên mekteba tenfîzî û hemû mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.”

Herwiha di beşeke peyamê de da zanîn: “Hêvîdarim Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê ku li ser erkdarî û serpereştiya rêberê niştimanî yê me Barzaniyê Nemir ve hat avakirin, li ser heman bingeh û armanca ku hatî avakirin berdewam be di rola xwe ya girîng û bi bandor û rijdbûna li ser pirsên niştimanî û pêşxistina çanda lêborîn û nermî û pêkvejiyana aştî ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de û red kirina tundiyê û tekoşîna hizrî ya li hember tundrewiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin