PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di konferansa Komîta Karên Giştî ya Amerîka-Îsraîlê (AIPAC) de ya li Washington DC de ragihand ku Amerîka li ser soza xwe ya çareseriya du dewletiye. Blinken got ku tevegrên Îsraîlê yên li Şerîayê û xerabkirina rewşa heyî ya mekanên pîroz, hêviya çareseriyê ya du dewletiyê xerab dike.”
Blinken her weha behsa Îranê ya hilberîna çekên nuklerî kir û got ku hemû cûre çareserî li ser masê ne. Blinken weha got:
“Em ê dewam bikin û bibin alîkar da di Rojhilata Navîn de, asayîşê, îstîqrarê û xweşiyê zêde bike, wê destekê bide entegrasyona Îsraîlê ya li herêmê. Blinken got:
“Girînge ku têkiliyên navbera Erebistana Saûdiyê û Îsraîlê normal bûne. Di destekkirina normalîzebûna têkiliyên Îsraîlê û Erebistanê de berjewendiyên Amerîkayê yên ewlehiyê hene.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin