PeyamaKurd - Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên êzidiyan Şêx Şamo ragihand ku bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî wargehên Şarya û Xankê yên êzidiyan wê bibin nehiye ku daxwazên êzdiyan ji aliyê serokwezîr ve hatine pejirandin.
Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên êzidiyan Şêx Şamo ji BasNewsrê re daye xuyakirin: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş dît ku wargehên Şarya û Xankê bibin nehiye. Ji ber êzidî piraniya wan di gundan de dijîn û di warê gihandina projeyan de hest bi mexdûriyê dikin.”
Şêx Şamo got: “Ew herdu wargeh dibin nehiye û dê zêdetir xizmet bigihe êzidiyan. Ji ber dê hin sektorên kar jî lê peyda bibin û xizmet baştir dê birêve biçe. Heta niha beşek ji rêyên wan wargehan her axin û nehatine qîr kirin, lê eger bibin nehiye dê zêdetir xizmet bigihe wan.”
Şêx Şamo diyar kir: “Li îdareya serbixwe ya Zaxo jî daxwaz û fikra nehiyebûna Dîrebûn heye, herçend carê tenê fikrekî wisa heye jî, lê ez dûr nabînim ku hikûmet bicih bîne û Dîrebûn jî bibe nehiye. Wargehên Şarya û Xankê jî dibin nehiye û Baedrê jî her nehiye ye û bi wî awayî hemû deverên êzidî li parêzgeha Duhokê dibin nehiye û xizmetekî baştir dê bigihe xelkê.”
Şêx Şamo da zanîn ku serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Mîrê êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Baba Şêxê êzidiyan kir û rêzeke mezin li herdu sembolên êzdiyan girt. Bê guman ew rêzgirtin di heman demê de rêzgirtina li taybetmendiyên êidiyane û civaka êzidiyane, ew tiştên ku hatin daxwaz kirin jî, ji aliyê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve razîbûn li ser hat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin