Di xwepêsandanên Bexdayê de 7 Kurd hatine kustin

Di xwepêsandanên Bexdayê de 7 Kurd hatine kustin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di xwepêşandan û aloziyên Bexdayê de ku hîn jî berdewam dikin, 7 welatiyên kurd hatine kuştin.

Berpirsê Liqa Pênc a PDKê li Bexdayê Şivan Mihemed Taha ji BasNewsê re ragihandiye ku heta niha di alozî û xwepêşandanên Bexdayê de 7 kurd hatine kuştin ku yek ji wan jin bû û bi awayekî hovane hatibû kuştin.

Şivan Mihemed Taha gotiye, tevahiya wan kurdan xelkê Bexdayê bûne û gelek kurd jî birîndar bûne ku hejmarek ji wan li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Berpirsê PDKê bibîr xist ku rewşa Iraqê gelekî aloz bûye û di vê rewşê de daxwaziyên xwepêşanderan jî gelek zêde ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin