Li Îranê pistî roxandina apartmana 10 qat, xwepêsandanên dewam dikin

Li Îranê pistî roxandina apartmana 10 qat, xwepêsandanên dewam dikin

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Hûzîstanê li bajarê Abadanê, navendekî kar ya 10 tebeqe loşiyabû û tê de 28 kes miribûn. Li ser qewimandinê xwepêşandan dewam dikin. Li gor ragihandina ajansa nîv fermî ya Fars ya Îranê; ji bo hevkariyê bi malbatên candayiyan re bikin, do li gelek deverên Hûzîstanê û bajarên Esfahanê, Yezdê û Şahînşehrê xwepêşandan hatin kirin.

Li Esfahanê xwepêşandêr xwestin bikevin seha enkazê lê polîs bi xazê mudaxeleyê wan kir û ji bo qelebalixê bela bikin, sîlihan bera hewa dan. Di dîmenên ku ketine ser medya civakî de tê xwuyakirin ku xwepêşandêr li dijî hukumetê, rêvebiriya dewletê û li hemberê avakerê avahiyê sloganan davêjin.

Di 26 ê gulanê di şeva pêncşembê de jî li Abadan, Bender Abbas û Behbehan a Hûzîstanê û li bajarê Esfahanê, li bajarokê Şahînşehrê xwepêşandan çêbûbûn.

Di lêpirsîna piştî bûyerê de şaredarê Abadanê Huseyin Hamidpûr û her dû şaredarên berya wî xistibûn binçav û bi temamî niha 13 kes di bin çav de ne.

Apartmana ku li Abadanê avakirina wê dewam dikir, ya bi navê Metropola Navenda Kar di 23 yê gulanê de li dora nîvro hilweşiyabû. Heya niha 28 cesed ji binê anqazê hatine dexistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin