Li dijî kabîneya Elawî xwepêsandana milyon kesî...

Li dijî kabîneya Elawî xwepêsandana milyon kesî...

PeyamaKurd - Xwepêşanderên Iraqê îro Yekşemê li dijî serokwezîrê raspartî Mihemed Elawî ku çav li rê ye îro kabîneya xwe ya hikûmeta nû bibe ber dengdana parlamenê xwepêşandaneke milyon kesî li dar dixin.

Xwepêşanderên Iraqê bangewazî ji tevahiya parêzgehên başûrê Iraqê kirine ku ber bi qada Tehrîr a li Bexdayê ve biherikîn.

Hêzên Operasyonên Bexdayê pirên Mu’eleq û Senk, ji bo rêgirtina li ber derbasbûna xwepêşanderan bo herêma Kesk, girtin.

Li aliyê din Wezareta Tenduristiya Iraqê jî ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa coronayê, bi daxuyaniyekê bang li gel kir kombûnên cemawerî çênekin.

Kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî roja Pêncşema borî ji bo dengdanê çûbû ber parlamentoyê, lê ji ber beşdariya kêm a pêkneanîna rêjeya yasayî civîn ji bo îro 1ê Adarê hatibû paşxistin.

Di civîna îro de jî ji ber ku Elawî daxwaziyên Kurdan û Sûneyan bicih neanîne di kabîneya nû de, wergirtina bawerî ji bo kabîneyê zehmet xuya dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin