Li Semsûrê erdhej çêbû

Li Semsûrê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin, li Semsûrê di mezinahiya 3,7an de erdhejek çêbû.

Li gor daneyên AFADê li Semsûrê bi mezinahiya 3,7an erdhejek pêk hat. Hate dîtin ku kûrahiya wê ji 10 kîlometreyan derbas bûye.

Li Semsûra ku gelek caran erdhej lê diqewimin, di saet 10.34an de erdhejek din çêbû.

Li gor daneyên AFADê, erdheja bi lerza 3,7an li herêma Sincikê hejiya. Kûrahiya erdhejê weke 10,88 kîlometroyî hat pîvan.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin