PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), li herêma Alaskayê erdhejeke bi mezinahiya 6.5an pêk hat.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê 108 kîlometre di kûrahiyê de û 166 kîlometre li rojavayê herêma Nikolski bûye.
Rayedaran diyar kir ku piştî erdhejê ti hişyariyeke tsunamiyê nehatiye kirin û li gorî agahiyên ewil ti ziyanên canî an malî nehatine ragihandin.