Li Xarpêtê erdhejeke bi hêza 5,3 çêbû

Li Xarpêtê erdhejeke bi hêza 5,3 çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Xarpêtê (Elezîz) ê Bakurê Kurdistanê îro danê sibehê erdhejeke tund a bi hêza pileya 5,3 çêbû.

Li gorî ragihandina Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) erdhej li navenda Xarpêtê li saet 09,37ê vê sibehê çêbûye û navenda wê navenda bajarê Xarpêtê ye û di kûrahiya 15,94 kîlometre erdzemînê de rû daye.

Bandora erdhejê li bajarên Diyarbekir, Meletî, Riha, Mêrdîn û Batmanê jî hat hîskirin û bû sedema tirsê. 

Hîn derbarê ziyanên vê erdhejê de ti agahiyên zelal û berdest nehatine.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin