Li Meletiyê erdhejeke bihêz çêbû

Li Meletiyê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê bi tundiya 5 pileyan erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, îro 18ê Tîrmehê, saet 06:20an erdhejeke bi hêza 5 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.

Li gorî daneyên AFADê, navenda erdhejê navçeya Battalgazi "Meletiya Kevin" bûye. Ji ber ku erdhej nêzî rûyê erdê pêk hatiye, li Xarpêt, Semsûr, Dêrsim û Rihayê jî hest pê hate kirin.

Li gor agahiyên destpêkê di erdhejê de xaniyekî du qatî beşek jê herifî. Lêkolînên bo ziyanên erdhejê berdewam dikin.