Sanda Herêma Kurdistanê seredana ‘Herêma Serbest’ û lîmana Mersinê kir

Sanda Herêma Kurdistanê seredana ‘Herêma Serbest’ û lîmana Mersinê kir

PeyamaKurd – Rêxistina Karsaz û Sanayîkaran yên Tirkiyê-Iraqê (TISİAD) li bajarê Mersînê, ji bo 2 rojan ‘Zîrwa 6 em ya Tirkiye-Iraq-Herêma Kurdistanê ya Bazirganî û Veberhênanê’ li dar xist û îro bi dawî hat. Zîrwa pêşiya me wê li Hewlêrê çêbibe.

Zîrwe, li bajarê Mersînê do li otêlekî destpêkir. Ji Herêma Kurdistanê wezîr Aydın Maruf, wezîrê geşepêdanê Dana Abdulkerim, parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir tevlî bûn. Ji Tirkiyê rêvebirê bazirganiyê yê wezaretê Mehmet Ali Kılıçkaya, serokê TISİAD ê Mehmet Salih Çelik, serokê heyeta îstîşarê yê TISİAD ê Mehmet Selahattin Balkan, serokê federasyona TÜRKONFED ê Süleyman Sönmez, serokê Oda Bazirganiyê û Sanayiyê yê Mersinê Ayhan Kızıltan û gelek karsaz tevlî bûn.

Di zîrwê de panelên bi serikên ‘Hevkariya Stratejîk yên Tirkiye-Iraq û Herêma Kurdistanê’, ‘Derfetên veberhênan û bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê’, ‘Deriyê Xabûrê, lojîstîk û dahatûya wê’ û ‘Bazirganiya berhemên qiymeta wan bilind û têkiliyên Odeyê’ hatin kirin. Di zîrwê de kesên tevli zîrwê bûn, di derbarê pêşdebirina bazirganiyê de fikren wan hatin sitendin. Axaftvan di panelan de bersivên pirsan dan.

Di roja duyem de heyeta Kurdistanê seredana lîman û ‘Herêma Serbest’ ya Mersînê kir. Li Herêma Serbest 120 şîrket dixebitin. 68 şîrket yên welatên Rojhilata Navînin. 11 heb ji wan yên Iraqê û Herêma Kurdistanê ne.

Veysel Memiş ku serokê rêvebiriya Yekîtiya îxracatvanên Derya Sipîye, ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Em li ser zêdekirina têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê û Iraqê rawestiyan bê em dikarin çi bikin. Civîneka baş çêbû. Em ê xebatên xwe yên hevkariyê bi 23 hezar îxracatvanên xwe ve dewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin