PeyamaKurd – Li Silêmaniyê kesekî bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir dikir, gule bera karmendekî asayîşê da û di encamê de wî karmendî can da.
Hat zanîn ku di saet 01:30ê şeva borî, tîmeke asayîşa Silêmaniyê diçe malekê ji bo wî kesê bazirganî û madeyên hişbir bi kar tîne bigre, lê wî kesî gule berda tîma asayîşê da û di encamê de karmendekî asayîşê yê temen 40 salî û xwedî zarok bi giranî birîndar bû.
Herwiha hat ragihandin, piştî karmendê asayîşê gihandin nexwaşxaneyê, ji ber birîna wî ya giran, can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin