PeyamaKurd - Balafirek kefşê ya Tirkiyê, li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ket xwarê û di encamê de 2 pîlot, 5 karmendên ewlekariyê can dan.
Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, balafira model 2015 ku ji roja Duşemê ve li Wan û Colemêrgê kefş û çavdêriyê dike, roja 15ê Tîrmehê di saet 18.35an de, ji Balafirxaneya Ferit Melen a Wanê bi armanca kefşê rabûye.
Herwiha Soylu da zanîn, di nav balafirê de 2 polîs 7 endamên ewlekariyê hebûn û got, “Herî dawî di derdora saet 22.32an de, dema di ser Elbakê re difire bi balafirxaneyê ve dikeve têkiliyê û vedigere. Pişt re, derdora 22.45an, bi tevahî peywendî qut dibe.”
Soylu got, tîmên wan derdora 03.00ê berê sibehê çûne navçeyê û dîtine ku balafira wan li Çiyayê Artosê ketiye û şikestiye. Soylu eşkere kir, di nav balafirê de 2 pîlot û 5 karmendên ewlekariyê can dane.
Di derbarê sedema ketina wê balafira çavdêriyê de, heta niha ti zanyarî nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin