PeyamaKurd - Lambeyên Birca Eiffelê ya sembola Parîsa paytextê Fransayê ji ber êrîşa ku doh li Zelandeya Nû dijî mizgeftan hatibûn kirin hatin temirandin.
Li ser telîmata Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê lambeyên bircê bi şev hatin temirandin û birc di tariyê da ma.
Hîdalgoyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê êrîşê da parvekirinek kir û wiha got:
“Rik û neyartiyê doh jî jin, zilam û zarok kuştin. Çimkî ev merivana misilman bûn. Ez li ser navê gelê Parîsê sersaxiyê didime hemû civata misilmanan û gelê Zelandaya Nû.”
Lambeyên bircê berê jî ji ber êrîşên terorê yên li gelek dewletên cuda qewimîbun, hatibûn temirandin.
Duh li Chrîstchurcha bajarê Zelandaya Nû di dema nimêja înê da êrîşî du mizgeftan kiribûn. Di bûyera terorê da 49 kes hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin