Fîlozofê Fransî Levy serdana Afganistanê kir

Fîlozofê Fransî Levy serdana Afganistanê kir

PeyamaKurd – Nivîskar û fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy, serdana wîlayeta Pencşîr, ku hîn ji aliyê Talîbanê ve nehatiye kontrolkirin kir û bi kurê Ehmed Şah Mesûd re civiya.

Hêzên Tevgera Talîbanê, hîn berê xwe nedane wîlayeta Pencşîr ku Ehmed Mesûd, kurê Ehmed Şah Mesûd ê ku bi nasnavê "Şêrê Pencşîr" tê nasîn, li wir niştecî ye.

Bernard Henri Levy, weke danerê nexşeya "Bihara Erebî" tê binavkirin.

Levy herwiha bi dijayetîkirina Îslamiyên tundrew tê nasîn û beriya niha helmeta medyayî li dijî Muamer Qeddafî û Beşar Esed encam daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin