PeyamaKurd – Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û namzetê Serokwezîrtiya Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê pêşwaziya Balyozê Belçîkayê yê li Urdin û Iraqê Hendrik Van de Velde kir.
Di hevdîtina Barzanî û Velde de, meseleyên herêmê hatin axaftin û girîngiya şirîkatiya Belçîka û Kurdistanê hat destnîşan kirin.
Herwiha di civînê de, mijarên hilbijartina serokê nû yê Kurdistanê û hewlên pêkanînan hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin