PeyamaKurd – Welatên endamên G7 li ser şîrketên pirnetewe lihev kirin ku her şîrket li kîjan welatî xebatê bike, dê herî kêm %15 bacê bide. Hukumeta Îngîltere ragihand ku wezîrên darayî yên welatên G7 an li Îngîltere, li payîtext Londrayê di bin serpereştiya wezîrê darayî yê Îngîltereyê Rishi Sunak de 2 roj civîn kirine. Li ser mijarê wezîrê Brîtanya yê darayî Rishi Sunak weha got:
“Ev peymanekî dîrokiye. Di vê dewra krîtîk ya berhevdana darayî de, G7 serpereştiyeka kollektîf dike û ez pê serbilindim.”
Wezîra xezînê yê Amerîkayê Janet Yellen, li ser mijarê weha got:
“Ev bo kargehan weka mirov seha leystikê bike weka hev û welatan li ser bingeheka erênî bixe pêşbirkêye û wan destek bike. Dê ev bibe sedema pêşdeçûna aboriya kureyî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin