PeyamaKurd- Çavê temamê dinyayê li encama zîrwe ya G7an bû. Di encamê de serokê Fransayê Macron ragihand ku xwestiye serokê Amerîkayê Trump û serokê Îranê Hesen Rûhanî hev bibînin. Macron di encamê de bi Trump re civîna çapemeniyê kir û bo çapemeniyê, di mijarê de weha ragihand:
“Me şertên hevdîtina her dû serokan amade kir. Min vê sibê bi Rûhanî re li ser mijarê axifîm. Rûhanî got ku eger bo berjewendiyên welatê wî be, amade ye bi her lîderê dewletekî re biaxife.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin