Serokwezîr Barzanî pêswazî li sanda Japonyayê kir

Serokwezîr Barzanî pêswazî li sanda Japonyayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22yê Tebaxê, pêşwazî şandeke bi seroktiya Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku, di hevdîtinê de li ser pêşvebirina pêwendiyên dualî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê gotûbêj hatiye kirin.

Herwiha di civînê de, Balyozê Japoya yê li Iraqê pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da di warê hemecûrkirina aboriyê û hêsankarîkirina ji bo veberhêneran û piştgiriya sektora taybet û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Li aliyê din Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevaniya Japonyayê kir, bi taybetî ku bi rêya ajansa JICA û bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêmê, hejmarek projeyan li Herêma Kurdistanê encam didin û daxwaza pêşxistina zêdetir a pêwendiyan ligel Japonyayê di hemû waran de dubare kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin