PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Netewî bi daxuyanîyekê ragihand ku, li Geverê teqe li leşkeran hatiye kirin û di encamê de leşkerê bi navê Recep Dûrak can daye.
Wezareta Berevaniya Netewî di daxuyaniyê de gotiye, li Gevera Colemêrgê teqe li leşkeran hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê leşkerek bi navê Recep Durak can daye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, di 23yê Hezarana 2020an de dema li ser sînorê Gever/Colemêrgê xebatên keşif û çavdêriyê dihate kirin, ji hêla Îranê ve gule bera leşkeran dane. Di encamê de leşkerek birîndar bûye, ew rakirine nexweşxaneyê. Li gel hemû midaxeleyan can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin