Mahabad | Xelata Mamlê bi merasîmekê tê dayîn

Mahabad | Xelata Mamlê bi merasîmekê tê dayîn

PeyamaKurd -  Navenda Hunerî ya Mamlê îsal xelata hunerî ya Mamlê dide hunermendekî Rojhilatê Kurdistanê.

Xelata hunerî ya Mamlê ku ji sala 2010an ve tê dayîn, îsal di salvegera wefata hunermendê Kurd Mihemedê Mamlê de tê dayîn.

Kurê hunermendê navdarê Kurd Mihemed Mamlê, Wirya Mamlê, ku di heman demê de Serokê Navenda Hunerî ya Mamlê ye ragihand ku wan biryar daye xelata îsal ya Mamlê bidin hunermendê Rojhilatê Kurdistanê Husên Sefamenêş.

Wirya Mamlê da zanîn ku hunermendê Kurd Husên Sefamenêş, ji ber xebat û çalakiyên xwe yên hunerî, hêjayî wê xelatê hatiye dîtin.

Xelata Mamlê îro 23yê Çile êvarê li bajarê Mahabadê bi merasimeke taybet dê bo hunermend Husên Sefamenêş bê dayîn.

Mihemed Mamlê, 23yê Çileya sala 1999an di temenê xwe yê 74 salî de li bajarê Mahabadê wefat kiribû.

Husên Sefmenêş, sala 1976 li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Hunermendên ku heta Xelata Mamlê standine:

Qale Merre, sala 2010

Endêryas Îsraîl Xemo, sala 2011

Ebas Kemendî, sala 2012

Ezîz Şahrox, sala 2013

Nasir Rezazî, sala 2014

Zozan, sala 2015

Tîpa Mûsîqa Silêmaniyê, sala 2016

Mezher Xaliqî, sala 2017

Xelîl Xemgîn, sala 2018

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin