Pûtîn bi Kim Jong-un re hevdîtin kir

Pûtîn bi Kim Jong-un re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî 24 salan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Koreya Bakur de bi Kim Jong-un re hevdîtin kir.

Kim Jong-un li balafirgehê pêşwaziya Putin kir.

Tê payîn ku di çarçoveya serdanê de di navbera her du welatan de hin peyman bên îmzekirin.

DYA ji têkiliyên Rûsya û Koreya Bakur nerehet e. Di daxuyaniya ku ji aliyê Pentagonê ve hat dayîn de, fikarên li ser geşedana têkiliyên Rûsya û Koreya Bakur hatin diyarkirin.

Di daxuyaniya Kremlînê ya pêr (17.06.2024) de hat diyarkirin ku Serokê Rûsyayê Pûtîn wê di 18-19ê Hezîranê de serdana Koreya Bakur bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vexwendina Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, Vladîmîr Pûtîn wê di navbera 18-19ê Hezîranê de biçe serdana dewleta dost a Koreya Demokratîk."

Pûtîn herî dawî di Tîrmeha 2000î de çûbû Pyongyangê.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin