Pûtîn: Em ji bo hevdîtinên aştiyê amade ne

Pûtîn: Em ji bo hevdîtinên aştiyê amade ne

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, di civîna kabîneya hikûmetê de derbarê egera destpêkirina danûstandinên aştiyê yên ligel Ukraynayê de daxuyanî dan.

Pûtîn ragihand ku welatê wî amade ye li ser bingeha lihevkirinên sala 2022yan ên li Stenbolê ligel Ukraynayê rûne ser maseya aştiyê.

Lê belê, Pûtîn destnîşan kir ku divê her pêngaveke dîplomatîk a paşerojê rastiyên li ser erdê û lihevkirinên lûtkeyên borî vehewîne.

Putîn şert û mercên Moskowê jî wiha rêzkirin:

Peymana Stenbolê (2022): Danûstandinên ku li ser daxwaza Ukraynayê dest pê kiribûn û şertên "guncav" ji bo Kîevê dihewandin, dê bibin bingeha sereke.

Lûtkeya Anchorage (Tebax 2025): Merc û babetên ku di lûtkeya taybet a li herêma Alaskayê (DYA) de ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibûn nirxandin, divê berçav werin girtin.

Rastiyên Meydanî: Pêşhatên leşkerî û rewşa dawî ya li ser xeta şer dê di encamgirtinê de diyarker bin.

Prînsîbên Wezareta Derve (Hezîran 2024): Ew xalên stratejîk ên ku P$itîn di axaftina xwe ya li Wezareta Karên Derve de pêşkeş kiribûn, wekî şertên neguher wekî xwe dimînin.

Pîtîn herwiha îdia kir ku proseya Stenbolê di dema xwe de ji aliyê Kîevê ve hatibû destpêkirin û lihevkirin nêzîk bû, lê belê aliyê Ukraynayê paşê ji maseyê vekişiya û rê li ber kûrkirina şer vekir.