Tê gotin ku di hevdîtinên aştiyê de nûnerê Hîzbûllahê jî hebûye

Tê gotin ku di hevdîtinên aştiyê de nûnerê Hîzbûllahê jî hebûye

PeyamaKurd – Li gor ragihandina çapemeniya Ereban; li welatê Îsvîçre di hevdîtinên navbera DYA û Îranê de nûnerê Hîzbûllaha Lubnanê jî amade bûye. Netenyahu jî daîma bi Trump re di nav têkiliyan de bûye û daîma li serokê DYAyê Trump geriyaye.

Agahiya tevlîbûna nûnerê Hîzbûllahê ji civîna aştiya li Îsvîçreyê ji aliyên TV ya el-Cezire de hatiye ragihandin ku çavkaniya xwe biriye ser kesekî Îranî. Yanî ji ber Îran di mijara Lubnanê de gelek hesas bû, Hîzbûllah li ser masa wan bû.

El-Cezire ragihand ku nûnerê Hîzbûllahê berdevkê Hîzbûllahê Abdullah Safiyuddin e û di civînê de amade bûye. Ji ber Îsraîl li ser masa wan nebûye, fikrên Îsraîlê rayedarên DYAyê parastine.

Heyeta DYAyê bi Netenyahu re di nav têkiliyan de bûne û ji 15 deqeyan carekî li Trump geriyane.