Li 16 deverên Silopî qedexe hat ragihandin

Li 16 deverên Silopî qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê navçeya Silopî ya Bakurê Kurdistanê li gundewarên çoltera Çiyayê Cudî qedexe hat ragihandin û 16 dever wekî ‘herêma ewlekariyê ya demkî’ hatin destnîşan kirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku ji bo 8 rojan li 16 deverên çoltera Çiyayê Cudî ya Silopî qedexe hatiye ragihandin û ew dever wekî herêma taybet a ewlekariyê hatine destnîşan kirin.

Li gorî daxuyaniyê çûnûhatina wan herêman ji 10ê Mijdarê heta 17ê Mijdarê hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin